Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Komara Îslamî ya Îranê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 12ê Îlonê pêşwazî li Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan kir.

Beriya hevdîtina li gel Serok Barzanî; Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li Hewlêrê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiyabû.

Ev yekemîn serdana Mesûd Pizîşkiyan bo Herêma Kurdistanê û Iraqê ye piştî destbikarbûna wî wek Serokkomarê Îranê.

Pizîşkiyan duhî 11ê Îlonê danê sibê gihîştibû Bexdayê û di kongreyeke rojnamevanî de got: “Peywendiyên me ligel Herêma Kurdistanê baş in û emê wan baştir bikin.”

Herêma Kurdistanê û Îran hevsînor in û sê deriyên fermî di navbera wan de hene, lewma her du alî hewla pêşxistina pêwendiyên bazirganî di navbera xwe de didin.

 

Fly Erbil Advertisment