Nêçîrvan Barzanî: Çîroka Koreyê amajeyek e ku her neteweyek dikare pêş bikeve

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê di merasîmên 20 saliya dostîniya Kurdistan û Koreya Başûr de li Hewlêrê dibêje, “Çîroka Koreyê ji me û mirovatiyê re dibêje; eger îrade û hez û pêşkeftin û weberhênan li ser mirovan û pêşxistina mirovan hebin, herdem derfet heye ku çi gel û neteweyek li paş nemîne.”
Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Koreya Başûr li Îraqê Chui Sung, merasîmên 20 saliya dostîniya Kurdistan û Koreya Başûr îro (Pêncşem, 12.09.2024) bi navnîşanên “Dostînî ji Zeytûnê ber bi Pêşxistinê” li Hewlêrê hatin birêvebirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di nav wan merasîman de gotarek pêşkêş kir û got, “Ev bîranîn û peywendiyên bi Koreyê re ji bo me gelek giring in.”
Nêçîrvan Barzanî amaje jî da, “Berî 20 salan, çi peywendî di navbera me de nebûn. Tîma yekê ya Zeytûnê hat Hewlêrê, hatina wê tîmê bû destpêka peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re, ji ber ku bû pareke Hevpeymaniya Navdewletî ji bo avedaniya Îraqê.”
Navbirî herwesa got, “Îro piştî borîna 20 salan, şûndestê Koreya Başûr li Herêma Kurdistanê diyar e. Ew dostên me yên gelek baş bûn, me spasî û pesn ji bo alîkariyên wan hene.”
Serokê Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Kar û xizmetên wan gelek bi ronî diyar in, niha dostîniyeke gelek baş di navbera me de heye. Em şanaziyê bi wan peywendiyan dikin. Em hêvîdar in em di hemî waran de hevahengiyên xwe li ser bingeha peywendiyên hevpar mukomtir bikin.”
Nêçîrvan Barzanî herwesa got, “Îraq û Herêma Kurdistanê dikarin feydeyî ji Koreya Başûr werbigirin, ku piştî şerê cîhanî xwe ji wêranbûnê û herifînê kir yek ji welatên herî pêşkeftî û xasma di warê tekolojiyê de.”
Navbirî zêdetir jî got, “Em dikarin ezmûna wan dubare bikin. Çîroka Koreyê ji me û mirovatiyê re dibêje; eger îrade û hez û pêşkeftin û weberhênan li ser mirovan û pêşxistina mirovan hebin, herdem derfet heye ku çi gel û neteweyek li paş nemîne.”
Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser hevpariyên Herêma Kurdistanê bi Koreya Başûr re kir û got, “Me derfetên weberhênanê ji bo Koreyê li Herêma Kurdistanê hene, di warê zanist û perwerde û pêşxistina jêrxaneya Kurdistanê û çanda teknolojiyê de, asoya peywendiyên me berfirehtir be.”
Nêçîrvan Barzanî herwesa ragehand, “Piştî 20 salan, ez spasiyên xwe û xelkê Kurdistanê ji bo yek bi yek endamên tîma Zeytûnê dişînim, hezkirin ji bo General Huang, fermandeyê yekê yê wê tîmê. Ez ji wan re dibêjim; Em bîriya we dikin. Her dera ew lê bin, ez daxwaziya şahiyê jê re dikim.”