Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Bilind ê Siyasî û Serbazî yê Hikûmeta Brîtanyayê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Bilind ê Siyasî û Serbazî yê Hikûmeta Brîtanyayê dike û pê re danûstandinan li ser hevahengiya navbera hêzên Hevpeymanan û hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û pirsa çaksaziya nav Wezareta Pêşmerge dike.
Serok Mesûd Barzanî îro (Pêncşem, 12.09.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Şêwirmendê Bilind ê Siyasî û Serbazî yê Hikûmeta Brîtanyayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Edward Ahlgren û şanda pê re kir.
Baregayê Barzanî parve kiriye, “Her du aliyan di wê hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlehî û dawî pêşhatên Îraq û deverê xistin ber behs û xeberan, herwesa ronahî berda ser hevahengiya navbera hêzên Hevpeymanan û hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û pirsa çaksaziya nav Wezareta Pêşmerge.”
Her di wê hevdîtinê de Serok Barzanî spasiya Hikûmeta Brîtanyayê kir ku di şerê DAIŞê de alîkar û piştevana hêza Pêşmergeyan bû, herwesa rêz û hurmet ji bo piştevanî û pêngavên Brîtanyayê di alîkarîkiria Wezareta Pêşmerge de ji bo piroseya çaksaziyê diyar kirin.
Pirsa mana hêzên Hevpeymanan û herwesa gefên terorê li ser Îraq û deverê jî mijarên tewerekî din ê wê civînê bûn.