Darizandina bikujên rûdana bajarkê Nisêbînê hat paşxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Îro (Pêncşem, 12.09.2024) li Dadgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, rûniştina şeşê ya darizandina bikujên rûdana bajarkê Nisêbînê yê Bakurê Kurdistanê bi rê ve çû.

Her du tometbar Ebdila K û Faris K bi rêya vîdyo konferansê tevlî wê rûniştinê bûn, lê ji ber temamnebûna belgeyên pêdivî li ser wê dozê, Dadwerê Dadgeha Mêrdînê ew rûniştin ji bo du meh û du rojên din paş xist.

Nûnerê malbatên her du qurbaniyan Herbî Celaledîn ji K24ê re ragehand, “Me rûniştina îro boykot kir ji ber ku aliyê peywendîdar wekî pêdivî li ser vê dozê kar nake.”

Herbî Celaledîn herwesa got, “Mixabin piroseya darizandina tawanbaran bi duristî bi rê ve naçe.” Ron jî kir, “Lawazî û xavî tê de tê dîtin û rêkarên pêdivî jî nayên bicihanîn, ev jî zêdetir gomanê li ser vê dozê çê dike.”

Navbirî amaje jî da ku, îro li Enqereyê serdana Konsulxaneya Îraqê kiriye û wan jî soz daye ku li ser vê dozê alîkar bin û bergiriyê ji wê dozê bikin, herwesa biryar e sibe serdana aliyên peywendîdar ên Tirkiyeyê jî bikin ji bo ku piroseya darizandinê bikeve ser rêya xwe ya durist û bikuj bi tundtirîn awa bên sizadan.

Serê sibeha roja Pêncşemê, 19ê Çileya 2023ê, li bajarkê Nisêbînê yê bi ser parêzgeha Mêrdînê ve, pênc welatiyên bajarê Dihokê di erebeyekê de ji aliyê çend kesan ve hatin şehîdkirin.

Tê zanîn ku ew welatiyên başûrê Kurdistanê bi merema wergirtina çareseriya nexweşiyan çûbûn Tirkiyeyê. Ew rûdan li ser rêya serekî ya Nisêbîn-Mêrdînê çê bûbû.

Piştî wê rûdanê, hêzên ewlehiya Tirkiyeyê pênc kes li ser wê rûdanê girtine ku du ji wan tawanbarên serekî ne û sêyên din jî arîkar in.

Fly Erbil Advertisment