Nêçîrvan Barzanî: Me bi Dr. Pizîşkiyan re tekez li ser çespandina seqamgiriya deverê kir

Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Pizîşkiyan
Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Pizîşkiyan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî radigehîne, “Me bi Serokê Komara Îslamî ya Îranê re tekez li ser çespandina seqamgiriya deverê kir.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Pêncşem, 12.09.2024) li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê ragehand, “Me bixêrhatineke germ li Dr. Mesûd Pizîşkiyan kir, herwesa em dilxweş in ku di geşta yekê ya derveyê welatî de piştî wergirtina postê Serokkomarê Îranê, serdana Îraqê û Herêêma Kurdistanê kir.”

Nêçîrvan Barzanî herwesa got, “Me bi Serokê Komara Îranê Dr. Mesûd Pizîşkiyan re danûstandinên bibandor kirin û me tekez li ser pêşxistin û mukomkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê kir, li ser bingeha berjewendiyên hevpar û pabendbûna her du aliyan bi çespandina seqamgiriya deverê.”

Serokê Komara Îslamî ya Îranê duhî gehişt Bexdayê û îro jî serdana Herêma Kurdistanê kir û bi berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê re civiya û danûstandin li ser hejmareke mijaran kirin.

Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Îraqê duhî (Çarşem, 11.09.2024) parve kir, “Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêşwaziya Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan kir.”

Tê çaverêkirin ku Pizîşkiyan hejmareke yadaştnameyên ewlehiyê bi berpirsên Îraqê re îmza bike. Serokê Komara Îslamî ya Îranê pêştir amaje dabû ku, dixwaze karên wî yên pêşiyê bihêzkirina peywendiyan bi welatên cîran re be.

Fly Erbil Advertisment