Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya roja jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya roja jidayikbûna Pêxember Mihemed (Silavên Xwedê lê bin) pîrozbahî li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 14Îlonê bi boneya roja jidayîkbûna pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed (Silavên Xwedê lê bin), peyamek belav kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi boneya rojbûna Pêxemberê Îslamê hezretî Mihemed (silavên Xwedê lê bin) germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.

Ez hêvîdarim ku ev cejna pîroz, bibe sedema bexteweriyê û xurtkirina çanda yekîtî, hezkirin, xêrxwazî ​​û pabendbûna bi nirx û akarên aştiyane yên ola pîroz a Îslamê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

14.09.2024