Hikûmeta Herêma Kurdistanê 2 şûnwarên olî li Zaxoyê nûjen dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi bihayê yek milyar û 120 milyon dînar du cihên pîroz ên kurdên Êzîdî û Xiristiyanî li Zaxoyê nûjen dike. Bi temambûna van her du projeyan, Zaxoyê dê bibe sedema kişandina geştiyariya olî.
Serpereştyarê projeyê Ebdulselam Ehmed ji K24ê re ragihand: “Projeya ku em nûjen dikin, avakirina kafêtêrya, hemam, kepir û baxçeyekî mezin li Dêra Margurgîs e. Herwiha çakkirin û rêkxistina kaniya Dêrabûnê û şanoya Romî ye.”
Diyar kir jî, Dêra Margorgîs e ku xwedî dîrokeke kevnar e, peyrewên Xiristiyan ji Herêma Kurdistanê û Iraqê li Ewropa û A
ustralya ji bo merasîmên olî li wir kom dibin.
Ji aliyê xwe ve, Endezyarê kompanyaya cîbicîkar Dilxwaz Nizar got, avakirina vî cihî ji bo birayên Xiristiyan dê xwedî girîngiyeke mezin be.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi nûjenkirinê kiriye, heta niha %80 kar bi dawî bûye û dê parkek mezin ji bo pêşwazîkirina geştiyaran lê bê dirustkirin, ku dikeve ser çemê Firatê ye.
Projeya din a ku tê nûjenkirin, mezargeha Dêrabûnê yê Êzidiyan e ku ji bilî Herêma Kurdistanê, ji Iraqê û welatên din tên vê mezargehê. Bi temambûna vê projeyê re salane bi hezaran geştiyarên olî dê bikişîne wê mezargehê.