UNITAD zêdetirî 61 gêgabaytên zanyaran bo darizandina tawanbarên DAIŞê bi Herêma Kurdistanê dide

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî pişkinînên DNA, Tîma UNITADê heta niha rufatên 78 qurbaniyan ji bo malbatên wan vegerandine. Lêkolînên UNITADê berdewam in û heta niha zêdetirî 61 gêgabaytên zanyaran û lêkolînên girêdayî rêkarên qanûnî ji bo darizandina tawanbarên DAIŞê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê dane.
Bi bikaranîna balafirên şerî yên F16 li devera valahiya ewlehiyê ya navbera hêzên Pêşmergeyan û artêşa Îraqê li Kifiriyê, Hêza Asmanî ya Îraqê sê pêgehên çekdarên DAIŞê kirine armanc. Herwesa UNITADê jî nûtirîn raporta xwe li ser tawanên DAIŞê li Mûsilê û zindana Badoşê bi taybetî parve kir.
Di raporta UNITADê de hatiye ku, piştî du rojan ji kontirolkirina zindana Badoşê, DAIŞê zêdetirî 600 zindaniyên Şîe komkuj kirine, ev jî mezintirîn komkujiya DAIŞê ye ku di yek rûdanê de hatibe kirin.
Şêwirmenda Taybet a Rêkxistina UNITADê ya berê Christine Ritcher ragehand, “Di lêkolînên me de diyar bûye, ew tawana DAIŞê li zindana Badoşê li dijî Şîeyan kiriye mezintirîn komkujî ye ku di yek rûdanê de hatibe kirin.”
Christine Ritcher herwesa got, “Yek ji tîmên meydanî yên UNITADê lêkolîn li ser tawana komkujiyê ya sala 2014ê li zindana Badoşê kiriye, ku zêdetirî hezar zindaniyan tê de bûn. Ev jî mezintirîn komkujiya DAIŞê ye ku di yek rûdanê de hatibe kirin.”
Şêwirmenda Taybet a Rêkxistina UNITADê herwesa got, “Di vê lêkolînê de gelek belgeyên giring hatine komkirin, tîmên me bi hevparî bi şarezayên Îraqî re kar dikin, da ku pişkinînên DNA ji bo rufatên wan qurbaniyan bên kirin û tevaya wan ji bo malbatên wan bên vegerandin.”
Heft rojan piştî girtina Mûsilê, DAIŞê li zindana Badoşê li rojavayê Mûsilê tevaya zindaniyên Şîe, ku hejmara wan zêdetirî 1400 kesan bû, kom kirin û li biyabaneke Mûsilê dan ber guleyan. Li dû raporta UNITADê, 621 zindanî hatin kuştin, 470 ji wan rizgar bûn û 333 yên din jî winda bûn û goman tê kirin ku ew jî hatibin kuştin.
Piştî pişkinîna DNA, tîma UNITADê heta niha rufatên 78 qurbaniyan ji bo malbatên wan vegerandine. Lêkolînên UNITADê berdewam in û heta niha zêdetirî 61 gêgabaytên zanyaran û lêkolînên girêdayî rêkarên qanûnî ji bo darizandina tawanbarên DAIŞê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê dane.