Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî berê binyatî ji bo bendava Dwînê tê danan
Navenda Nûçeyan (K24) - Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro berê binyatî ji bo bendava Dwînê li Hewlêrê tê danan.
Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro (Duşem, 16.09.2024) berê binyatî ji bo bendava Dwînê li sinorê parêzgeha Hewlêrê tê danan.
Bendava Dwînê ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve tê piştevanîkirin û ji aliyê kompaniya Sênkê ve tê bicihanîn.
Ew bendav dikare 100 milyon metrên sêcarkî yên avê vegire û rûberê çar kîlometrên çargoşeyî bi avê dapoşe, herwesa bilindahiya wê jî 75 metr e.
Bendava Dwînê dibe piştevana zeviyên çandinê yên parêzgeha Hewlêrê û astê ava binerd bilind dike.