Ji ber teqîna bombeyeke çandî ya DAIŞê Pêşmergeyek birîndar bû

Mihemed Ehmed Elî
Mihemed Ehmed Elî

Navenda Nûçeyan (K24) - Ragehandina Wezareta Pêşmerge radigehîne, “Ji ber teqîna bombeyeke çandî ya DAIŞê, Pêşmergeyekî Xurmatûyê bi giranî birîndar bû.”

Ragehandina Wezareta Pêşmerge îro (Duşem, 16.09.2024) ragehand, “Ji ber teqîna bombeyeke çandî ya DAIŞê li devera Xereyê ya navbera Xurmatû û Kifiryê, Pêşmergeyekî şêniyê bajarkê Xurmatûyê bi giranî birîndar bû.”

Ew bombeya çandî bi Pêşmergeyekî Fewca Sêyê ya Lîwaya 1ê ya Hevpar a Pêşmerge û Artêşa Îraqê ve teqiyaye. Ji ber wê teqînê, Pêşmergeyê bi navê Mihemed Ehmed Elî ku xelkê Xurmatûyê ye destekî xwe winda kir.

Birêveberê Bajarkê Newcûlê Wehab Ehmed jî ji aliyê xwe ve ji K24ê re ragehand, “Di dema geriyana li rêzeçiyayên navbera Kifirî û Xurmatûyê de, bombeyek bi Pêşmergeyekî bi navê Mihemed Ehmed Elî ve teqiya ku xelkê Xurmatûyê ye, û ji ber wê destekî xwe winda kir.”

Herwesa hêza Pêşmerge li wî sinorî ji K24ê re ragehand, “Ew bobme li devera Xereyê di dema geriyana li çiyayên wê deverê de bi wê hêzê ve teqiyaye.”