Dijeterora Kurdistanê: Li Mexmûrê droneke Tirkiyeyê bingeheke PKKê bombebaran kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Dijeterora Kurdistanê radigehîne, “Di bombebarana droneke Tirkiyeyê li ser bingeheke çekdarên PKKê li Mexmûrê de, kesek hat kuştin û du kesên din jî birîndar bûn.”
Dijeterora Kurdistanê di ragehandinekê de eşkere kir, “Îro (Duşem, 16.09.2024) seet 09:45 ê berî nîvro, droneke artêşa Tirkiyeyê li kempa Mexmûrê bingeheke civînên endamên PKKê bombebaran kir, û di encamê de kesek hat kuştin û du kesên din jî birîndar bûn, ku di nav kuştî û birîndaran de berpirsên PKKê hene.
Li dû zanyarên K24ê, li destpêkê rê bi polîsên Mexmûrê nehatiye dan ku biçin nav wê kempê heta cihê wê bombebaranê hatiye pakijkirin, paşî wan rê daye û gotiye, “Botlê gazê teqiye! Lê çavkaniyeke polîsên Mexmûrê ji K24ê re ragehand, “Çend perçeyên bombeyan hêşta li cihê wê teqînê mabûn.”
Pêştir seet 16:45 ê roja Sêşemê, 10.09.2024, dronekê maleke kempa Mexmûrê bombebaran kir û di encamê de kesek hat kuştin û du kesên din jî birîndar bûn.