Çend projeyên xizmetguzariyê li Dihok, Sêmêl û Şêxanê tên cîbicîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Dihokê biryar da ku çendîn projeyên xizmetguzarî di warê dirustkirin û qîrkirina rêyan, avdanî, çêkirina yarîgehan û danîna torên elektirîkê bi nirxê 37 milyar û 505 milyon dînar li Dihok, Sêmêl û Şêxan bên cîbicîkirin.

Parêzgarê Dihokê Elî Teter îro 16ê Îlonê fermana cibicîkirina çend projeyên xizmetguzariyê yên di warê dirustkirin û qîrkirina rêyan, avdanî, çêkirina yarîgehan û danîna torên elektirîkê bi nirxê 37 milyar û 505 milyon dînar li Dihok, Sêmêl û Şêxanê da û daxwaz kir ku dest bi wan projeyan bê kirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgarê Dihokê, projeyên navçeyên Amêdî, Akrê û Berdereşê dê di demên pêş de bên ragihandin.

Di heyama Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, razemendî li ser cîbicîkirina 1314 projeyan li parêzgeha Dihokê bi bihayê zêdetir ji 3 trîlyon û 107 milyar dînar hat dayîn ku piraniya wan projeyan bidawî bûne û kar jî li ser hejmarek ji wan projeyan berdewam e.

Dabeşkirina projeyan di nav navçeyan de wiha ye: Li Dihokê 221 proje bi buhayê zêdetirî 618 milyar dînar, li navçeya Akrê 216 proje bi bihayê zêdetirî 208 milyar dînar, li navçeya Amêdî 331 proje û li navçeya Sêmêlê jî bi bihayê zêdetirî 202 milyar dînar, 159 proje hatine cîbicîkirin.

Herwiha li navçeya Şêxan 161 proje bi bihayê zêdetirî 296 milyar dînar û li navçeya Berdereşê jî 216 proje bi bihayê zêdetirî 302 milyar dînar hatine cîbicîkirin.