Li Stenbolê Heftemîn Mihrîcana Boreka Kurdî hat kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Stenbolê komeleyek ev heft sal in bênavber ji bo parastina çand û zimanê Kurdî bi taybet jî bo danasîna xwarineke diyar a bakurê Kurdistanê, Boreka Kurdî mihrîcanek dike û mihrîcana îsal jî têra xwe şoxûşeng derbas bû. Kurdên li Stenbolê hem bi Boreka Kurdî xwe têr kirin hem jî bi stran û govendên Kurdî demeke bicoş derbas kirin. Hin welatî jî bi Ala Kurdistanê beşdarê mihrîcanê bûbûn.
Di mihrîcana ku ji aliyê Komeleya Alîkarî û Çandê ya KAYY-DERê ve tê amadekirin de, tîmên folklorê û stranbêjên wê komeleyê hunerên xwe pêşkêş kirin û demeke şoxûşeng li qada mihrîcanê peyda bû.
Serokê Komeleyê diyar kir ku, herçend ew bi armanca danasîna Boreka Kurdî vê festîvalê bikin, xema wan a giştî parastina nirxên çanda Kurdî ye.
Hevserokê KAYY-DERê Ahmet Tûzûn ji K24ê re got: “Em bi mihrîcana Boreka Kurdî xwedî li navê Kurdî derdikevin. Em hem dixwazin Boreka Kurdî li hemû Tirkiyeyê û cihanê bidin naskirin hem jî xizmeta pêşvebirina çand û ziman û hunera Kurdî dikin. Boreka Kurdî jî nirxeka çanda me ye ku niha bûye sedema berhevbûna me ya îro. Em dixwazin Boreka Kurdî jî wekî xwarinên ku navê neteweyên wan li ser e li menûyên cîhanê zêde bibe.”
KAYY-DER herçend komeleya xelkê bajarokên Dep, Azarpêrt, Xorxol û Çêrmeyê be, ji bajarên din ên bakurê Kurdistanê jî gelek beşdarên mihrîcanê hebûn. Yek ji beşdaran diyar kir ku, divê bo parastina çanda Kurdî mihrîcanên bi vî rengî zêdetir bibin.
Welatî: “Ez ne xelkê Çêwlikê me, ez xelkê Serhedê me. Lê ez xwe di vê mihrîcanê de dibînim. Ne tenê ez, çar perçeyên Kurdistanê jî dikare xwe li vir bibîne.”
Welatî: “Da ku zarokên me doz û zimanê xwe jibîr nekin em beşdarê vê mihrîcanê dibin. Em Kurmanc hatine vê dinyayê, em dê Kurmanc biçin. Em dest ji ax û neteweya xwe bernadin.”
Yek ji dîmenên rengîn a mihrîcanê Ala Kurdistanê bû.
Welatî: “Ala Kurdistanê, şerefa me ye, namûsa me ye. Hebûn û dîroka me ye. Em dê her tim bi xwe re bigerînin û ala me dê her tim li asîmanan pêl bide.”
Boreka Kurdî di dîroka xwe ya 120 salan de çi xêr ji navê xwe nedît. Kudetaya 1980ê navê wê qedexe kir û çend cûre nav lê kirin. Herî dawî jî sala borî birandeka diyar a borekan sansûr danî ser navê wê. Ev mihrîcan jî li dijî hemû sansûr û qedexeyan ji bo parastin û danasîna navê Boreka Kurdî li seranserê cîhanê tê kirin.