Hoşyar Zêbarî: Hewlên îro yên Parlamentoya Iraqê metirsîdar in

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî ragihand, hewlên îro yên Parlamentoya Iraqê ji bo civak û dewleta medenî metirsîdar in.

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî îro 16ê Îlonê peyamek derbarê civîna îro ya Parlamentoya Iraqê de li ser tora civakî “X” belav kir.

Hoşyar Zêbarî got: ““Rêkeftina yasayî ya îro ji bo derxistina sê yasayên kêşebar li parlemana Îraqê ya têkçûyî û di pratîkê de bêkaraktîf derbarê sererastkirina yasaya rewşa kesayetî ya bi pirsgirêk û metirsîdar û projeybiryara lêborîna giştî û biryarên dewletê yên li ser mal û milkên di dema rejîma berê de, karekî xirab û lihevkirinê ye û ji bo civak û dewleta sivîl peymaneke metrisîdar e.”

Parlamentoya Iraqê îro 16ê Îlonê li ser sererastkirina projeyasaya lêborîna giştî û sererastkirina yasaya rewşa kesayetî civiyabû.

Parlamenterên Êzidî yên Fraksiyona PDKê yên Fraksiyona PDKê li dijî xistina yasaya lêborîna giştî di rojeva parlamentoyê de, rûniştin baykot kirin.

Parlamenterên Êzidî Şerîf Silêman Elî û Viyan Dexîl di wê baweriyê de ne ku ev yasa dibe rê û mekanîzmek ji bo derxistina terorîstan ji zindanên Iraqê.