Serok Barzanî: Pêdivî ye hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bi awayekî azad û şefaf bên kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dike, herwesa tekez dike ku pêdivî ye hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bi awayekî azad û şefaf û zelal û dûrî her asteng û arêşeyekê bên kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro (Sêşem, 17.09.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Stephen Hitchen kir.
Baregayê Barzanî parve kiriye, “Di wê hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Andrew Beazley jî tê de amade bûbû, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser piroseya siyasî ya Îraqê û peywendiyên navbera Hikûmeta Îraqê ya Federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û encamên erênî yên dawî serdana Serok Barzanî ji bo Bexdayê li hev guhertin.”
Her di wê hevdîtinê de, danûstandin li ser hilbijartinên Cotmeha bê yên Herêma Kurdistanê hatin kirin, herwesa Serok Barzanî ji bo şanda mêvan tekez kir ku, pêdivî ye hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bi awayekî azad û şefaf û zelal û dûrî her asteng û arêşeyekê bên kirin.
Pirsa mana hêzên Hevpeymanan û alîkarî û hevahengiyên navbera hêzên Hevpeymanan û artêşa Îraqê û hêza Pêşmerge jî mijarên tewerekî din ê wê hevdîtinê bûn.