Bihayên zêr li Tirkiyeyê bilind bû
Diyarbekir (K24) – Di bazara pereyan de pêşbînî dihat kirin ku FED rêjeya sudê 25 puan daxîne; lê piştî ku pêşbiniya bazarê hat guherîn û hat pêşbînîkirin ku dê 50 puan daxîne vê yekê bandor li zêr kir û bû sedem ku bihayê zêr jî bilind bibe.
Bazarên cîhanê bal kişandin ser biryara rêjeya faîzê ya Banka Navendî ku dê roja Çarşemê were ragihandin. Bi van geşedanan re bihayê zêr zêde dibe. Ons û gramê zêr gihîşt asta herî bilind a dîrokî. Ji ber ku rêjeyên faîzê yên nizm balkêşiya hebûnên faîzê yên wekî dolar kêm dike û zêr di nav veberhêneran de cihê xwe digire, nirxa herî dawî hişt ku zêr bigihîje astên rekorên nû u grama zer li Tirkîye ji 2 hezar u 760 lîreyan bû nezî 3 hezar lîre.
Zêrfroş Şehmus Ay: “Zêr ev sê meh e rekora xwe roj bi roj dubare dike. Bihayên zêr îro 2 hezar û 860 lîre ye. Em jî bazinê 3 têl, nîvzêrk, çarik u zêrê mezin pêşnîyar dikin. Ji bo gele me xwe piparêzin ji enflasyonê bila zêr bistînin. Zêrê ji bo veberhênandine bistînin. “
Welatî Reyhan Guler: “Bihayên zêr ne başe. Em nikarin gede xwe bizewîcînin. Ez hatim ji dayika xwe re bazin bistînim pir rabîye çayrik em nikarin tiştek bikirin. Bi min ne baş e. Berê em diçûn deweta me zêr distend ana em nikarin zêr bistînin wek berê.”
Veberhêner û welatî ji nêz ve bihayên zêr dişopînin ku zêr bikirin. Li aliyekê bilindbûna bihayên zêr dikare bibe derfetek û li aliyekê jî dikare bibe sedem ku kesên zêr deyn kirine bikevin tengasiyê.
Serokê Jura Zêrengira Mehmet Yûksel: “Grama zêr duh 2 hezar û 700 lîre bû ana 2 hez û 800 lîreye. Di rojek da 100 lîre zede bûye. Ewê berdewam bike. Hetta sere sale 3 hezar, 3 hezar û 500 lîreyî zede bibe. Li Dîyarbekir esnafên me mêze dike zêr ne hat firotinê. Wek ku me dixwest jê kêmtir bû.”
Di bihayê zêr de 'hilkişîna jor' berdewam dike. Hevîyên kû banka navendî rêjeya faîzê kêm bike rekorên nû tîne ser bihayên zêr.