Xalîda Xelîl: Em daxwazê dikin hilbijartin bi awayekî pakij û zelal bên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevka Baregayê Barzanî dibêje, “Ji bo ku hilbijartin bi awayekî pakij û zelal li Herêma Kurdistanê bên kirin, Partiya Demokrata Kurdistanê tevlîbûna di hilbijartinan de helawîst, ne ku boykota wê piroseyê kiribe, divê hemî jî wê cudahiyê bizanin.”
Berdevka Baregayê Barzanî Xalîda Xelîl di hevpeyvîneke taybet li gel ajansa Spotnîkê ya Rûsyayî de got, “Hilbijartinên Perlemanê li Herêma Kurdistanê piroseyeke nû nîne, belkî rihên wê ji bo sala 1992ê vedigerin. Herwesa li beranberî Îraqê gelek kevintir e, lewma tekezkirina li ser birêvebirina hilbijartinan bi awayekî pakij û zelal li gel parastina mafên hemî pêkhateyan ji bo Partiya Demokrata Kurdistanê şertekî giring e.”
Xalîda Xelîl herwesa got, “Em hêvîdar in hilbijartin bi awayekî demokrasî û zelal bên kirin. Tevî ku merem ji awayekî zelal sextekarî nîne, belkî merem rêzgirtina li qanûnê û gerentîkirina mafên tevlîbûna di hilbijartinan de ye, lewma jî PDK tekezê li ser birêvebirina piroseyeke pakij û zelal dike.”
Berdevka navbirî li ser helwesta PDKê ji bo tevlbûna di hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de jî got, “Ya ku hebû boykotkirina hilbijartinan nebû, belkî tenê hilawîstina tevlîbûnê bû. Ew jî ji ber wan şertên ku hatibûn sepandin, divê cudahî di navbera hilawîstin û boykotê de bê kirin.”
Berdevka Baregayê Barzanî ron jî kir, “Helwesta PDKê jî ji ber desttêwerdanên herêmî û bizavên ji bo piştevaniya aliyekî siyasî li ser hisba aliyekî din bû. Mixabin ew karekî nehejî bû, xasma jî biryara Dadgeha Federalî ji bo hilweşandina kursiyên kutaya pêkhateyan ji aliyekî re alîgirî bû, ji ber ku ew kursî mafê pêkhateyan e. Li şûna zêdekirina kursiyan, dadgehê biryara nehêlana wan da.”
Xalîda Xelîl tekez jî kir, “Ev û çend biryar û şertên din jî sedem bûn ku PDK helwestê werbigire, ji bo ku hilbijartin bi awayekî pakij û zelal bên kirin û hemî aliyan li dû ast û pêgehan destkeftî hebin.”
Berdevka navbirî hêvî jî kir ku piştî hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê, qanûneke taybet ji bo vegerandina mafên qanûnî yên pêkhateyan bê derxistin û kursiyên wan li dû parvebûna şêniyan bên diyarkirin.