Erebistana Siûdiyê nivîsîngeha nûnerîtiya bazirganî ya welatê xwe li Hewlêrê vedike

Merasîmên îmzakirina peymana damezrandina Nivîsîngeha Nûnerîtiya Bazirganî ya Siûdiyê li Hewlêrê
Merasîmên îmzakirina peymana damezrandina Nivîsîngeha Nûnerîtiya Bazirganî ya Siûdiyê li Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozxaneya Erebistana Siûdiyê li Îraqê radigehîne, “Balyozê Erebistana Siûdiyê li Îraqê bi hevahengiya Wezareta Derve ya Îraqê nivîsîngeha nûnerîtiya bazirganî ya welatê xwe li Hewlêrê vedike.”

Bi amadebûna Balyozê Erebistana Siûdiyê, nûnerê fermangeha wê ya bazirganî, Serokê Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê û Berpirsê Odeya Bazirganî ya Hewlêrê, îro (Pêncşem, 19.09.2024) li parêzgeha Hewlêrê merasîmên îmzakirina peymana damezrandina Nivîsîngeha Nûnerîtiya Bazirganî ya Siûdiyê hatin birêvebirin.

Balyozê Erebistana Siûdiyê li Îraqê Ebdilezîz Şemerî amaje da, “Me îro peymana damezrandina Nivîsîngeha Nûnerîtiya Bazirganî ya Siûdiyê li Hewlêrê îmza kir.” Herwesa amaje da, “Bi damezrandina vê nivîsîngehê, peywendiyên me yên bazirganî zêdetir pêş dikevin û derbazî qonaxeke din dibin.”

Serokê Odeya Bazirganî ya Hewlêrê Geylan Hacî Seîd jî ji aliyê xwe ve ji K24ê re ragehand, “Em îro li nav merasîmên îmzakirina peymana damezrandina Nivîsîngeha Nûnerîtiya Bazirganî ya Siûdiyê li Hewlêrê amade bûn, ku nivîsîngeha wê dê li nav Konsulxaneya Siûdiyê li Hewlêrê be.”

Geylan Hacî Seîd tekez jî kir, “Vekirina vê nivîsîngehê gelek giring e, dibe sedema pêşveçûna peywendiyên bazirganî yên navbera Herêma Kurdistanê û Siûdiyê.”