Amerîka piştevaniya bicihanîna qanûna karê rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê dike

Tîmeke Konsulxaneya Amerîkayê bi hejmareke rojnamevanên Dezgeha Medyayî ya Êzidî24ê re
Tîmeke Konsulxaneya Amerîkayê bi hejmareke rojnamevanên Dezgeha Medyayî ya Êzidî24ê re

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê radigehîne, “Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê piştevaniya bicihanîna qanûna karê rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê dikin.”

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê îro (Pêncşem, 19.9.2024) parve kir, “Tîmeke Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê bi hejmareke rojnamevanên Dezgeha Medyayî ya Êzidî24ê re civiya, ji bo aşnabûna bi wê dezgeha medyayî û bernameyên wan û wan astengên rûbirûyî wan dibin.”

Dezgeha Medyayî ya Êzidî24ê pêşengiyeke nû kir, ku sekoyeke serxet e û ji aliyê xanimên rojnamevan ên girêdayî pêkhateyan ve tê birêvebirin, armac jê berdewamkirina mafên xanimên pêkhateyan û parvekirina çîrokên serkeftina wan e.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê amaje da ku tevlîbûna jinan aliyekî giring ê civaka vekirî û demokratî ye û got, “Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê piştevaniya jîngehekê dikin ku, tê de hemî rojnamevan bikarin karê xwe bi awayekî azad û dûr ji çavtirsandinê û cudakariyê an jî şikandinê bikin.”

Konsulxaneya navbirî herwesa tekez kir, “Her di wê navendê de jî, Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê piştevaniya bicihanîna temametiya qanûna karê rojnamevaniyê û qanûna mafê bidestxistina zanyaran li Herêma Kurdistanê dikin.”