Mesrûr Barzanî: Çi aliyekî siyasî nikare çawaniya peywendiyên Hewlêr û Bexdayê diyar bike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çavpêkeftineke taybet de bi kanala Hedesê ya Erebî re behsa çend pirsên niha dike û tekez dike ku, eger niyetek ji aliyê Bexdayê ve hebe, Herêma Kurdistanê amade ye û çarekirina duberekiyan hêsan e. Herwesa dibêje, çi aliyekî siyasî nikare çawaniya peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê diyar bike.
Biryar e tevaya çavpêkeftina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (În, 20.09.2024) seet 06:30 ê êvarê bi dema Hewlêrê li kanala Hedesê bê pêşkêşkirin.
Mesrûr Barzanî: Hebûna PKKê di berjewendiya Herêma Kurdistanê û deverê de nîne
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di derheqa rewşa Şingalê û vegeriyana awareyan ji bo warê de dibêje, “Me lihevkirina Şingalê bi Hikûmeta Îraqê re îmza kir, lê nehatiye bicihanîn û mana PKKê jî li beranberî avedankirina Şingalê û vegeriyana awareyan ji bo warê wan bûye rêgir.”
Mesrûr Barzanî amajeyê jî dide, “PKK li wan deverên belav dibin ên ku çi peywendî bi wê ecêndayê re nîne ku bangeşeyê jê re dikin, lewma jî hebûna PKKê di berjewendiya Herêma Kurdistanê û deverê de nîne.
Mesrûr Barzanî: Ez hêvîdar im serdana Pizîşkiyan destpêkek be ji bo pêşxistina peywendiyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa serdana Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê de ron dike, “Serdana Serokê Îranê rûdaneke giring bû û ez hêvîdar im bibe destpêkeke baş ji bo pêşxistina peywendiyan.”
Mesrûr Barzanî herwesa dibêje, “Li ser wan êrîşên moşekî yên ku li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin ron bû, ku çi bingehên Israîlê li Herêma Kurdistanê nînin, lewma jî êrîşa Îranê bo ser Herêma Kurdistanê nedadperwerane bû, tometên wê jî nerewa ne. Me daxwaz ji Îranê jî kiriye ku wan tometan bi belge biselimîne, lê heta niha çi belgeyek li ser wan tometan pêşkêş nekiriye.
Mesrûr Barzanî: Hin kes hene bawerî federalîzmê nîne
Mesrûr Barzanî: Arêşeya me bi Bexdayê re gelek ji wê yekê mezintir e ku tenê di mûçe û petrolê de bê kurtkirin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û mafê pêkhateyan dibêje, “Biryara Dadgeha Federalî ji bo hilweşandina kursiyên pêkhateyan çi peywendiyek bi destûrî ve nîne, lê hin kes hene wesa difikirin ku divê desthilatdarî navendî ve û bawerî bi federalîzmê nîne.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere jî dike, “Îraq welatekî pirpêkhate ye û divê bi hevpariya rastîn bê birêvebirin, herwesa Kurd tevlî nivîsîna destûrî bûne û pabendî bicihanîna wê ne, lê ji bilî Kurdan pêkhateyên din jî hene û li wê bawerê ne ku destûrî hemî mafên wan misoger nekirine, lewma jî destûr çareya arêşeyan vedigire û nabe alîgirî di berjewendiya aliyekî de li dijî aliyekî din tê de bê kirin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa duberekiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê de jî dibêje, “Tevî ku rawestandina petrola Herêma Kurdistanê zêdetirî 19 milyar dolaran zirar gehandiye abor û dahata giştî ya Îraqê, lê arêşeya me bi Bexdayê re gelek ji hindê mezintir e ku tenê di mûçe û petrolê de bê kurtkirin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa amajeyê dide, “Ên ku Herêma Kurdistanê bi qaçaxçîtiya petrolê tometbar dikin, bila belgeyên rastîn berçav bikin.”
Mesrûr Barzanî herwesa eşkere jî dike, “Peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê niha li serdema Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêşveçûneke baş dîtiye, lewma jî eger niyeta çarekirinê ji aliyê Bexdayê ve hebe, Herêma Kurdistanê amade ye ç çareserî jî hêsan e, ji ber ku çi aliyekî siyasî nikare çawaniya peywendiyên navbera Bexda û Hewlêrê diyar bike.