Serokwezîr Mesrûr Barzanî kargeha Silîvana li Zaxoyê vedike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Îlonê kargeha Silîvana a ji bo bazarkirina genimê cotkatan li Zaxoyê vekir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her roj serdana bavçeyeke Herêma Kurdistanê dike û kevirê bingehîn ê projeyeke çandiniyê datîne. Serokwezîr bi berdewamî tekez li ser wê yekê dike, yek ji armancên sereke yên Kabîneya Nehan, pêşxistina sektora çandiniyê û çavkaniyên avê ye û dê bi her awayî piştgiriya cotkaran bike.

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di dema Kabîneya Nehemîn a bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de, bi sedema piştgiriya ji cotkar û veberhênan re, rêjeya veberhênanên di sektora çandiniyê de ji %1.8 bo zêdetirî 9% bûye.

Li gorî amarên fermî, di çar salên borî de zêdetirî 2 hezar û 175 projeyên çandiniyê li bajar û bajarokên cuda yên Herêma Kurdistanê ji aliyê kabîneya nehemîn ve hatine cîbicîkirin û nêzî 25 hezar bîr hatine kolandin.