Li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê lehî rabûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê barana bihêz, bû sedema rabûna lehiyan.
Li Diyarbekirê îro 21ê Îlonê danê sibê dest pê kir. Pileyên germahiya sê rojên dawî de, 10 pile li gorî heman dema salên berê kêm bûn.
Bi barana xurt re, li gelek kuçe û kolanên Diyarbekirê av kom bû û zehmetî ji bo çûnûhatina welatiyan çêbû.
Li navçeya Elbakê ya Wanê jî ji ber barana bihêz û rabûna lehiyê, gelêk avahî û kargeh di bin avê de man.
Herwiha li gelek bajarên Tirkiyeyê jî peleya germê daket û baran barî.
Reweberîya keşûhewaye ya Herêmê ragihand, baranê dê berdewam be û roja sêşemê pileya germahiya dê ji 24ê derkeve 30î.
