Li Diyarbekirê pîşeyê dirûtina cilûbergan li ber nemanê ye

Diyarbekir (K24) - Pîşeyên ku hewcedarîya wan bi hostatiyê heye, wek e dirûtina cilûbergan, ji ber tunebûna şagirtan di bin xetera tunebûnêde ye. Kirîna ji mapel û pîşesaziya cilûbergên hazir jî, pîşeya dirûtinê diqedîne.

Pêşketina bilez a pîşesaziya tekstîl û cilûbergên hazir, kirîn u firotina ji mapel, pîşeya xeyatê a bijarte ya berê, anîye asta tunebûnê. Esnafên xeyat diyar dikin ku ji ber nebûna şagirtan ev pîşe di nifşa xwe ya dawî de ye. Digel ku hunera xeyatiyê hîn jî di cîhana modayê ya rojanê de ku bi lez diguhere de cîhek girîng digire, rastiya ku şagirt li gorî berê êdî nayên perwerde kirin, paşeroja pîşeyê dixe xetereyê. Xeyat Emel Kaya, diyar kir ku 18 sal e ew kare xeyatî yê dike û ji zarokatîya xwe ve ji vî karî hez dike, diyar kir ku êdî serdema dirûtina wan cil û bergên êvarê, çakêt û şûtan bi dawî bûye.

Terzî Emel Kaya: “Wexta min dest bi vê pîşeyê kir, min ji xwe re lîbas nedidît loma min dest pê kir. Serê min girtî bû û lîbasên direj tunebû. Tunik tunebû. Pîşeyê me perwerdeya wê pir hindike. Ji bo perwerdeya zaroka, derfet nadin hostaye bîna me. Ji ber wê yeke ev pîşe dimire. Keçikê kî 12 salî bidin ber destê min ezê 3 sala da wê bikim hoste.”

Kincen hazir çikas hesanî be jî bi xwe re pirsgirekên qalib jî derdiğê holê. Herwiha pîşeyê xeyatê cîhe xwe daye tamîra cil û bergên ku ji mapel tên stendin. Şagırt Habîbe Akturk jî bangî gel dike ku li vê pîşeyê ku winda dibe, bibin xwedî.

Şagirt Habibe Akturk: “Ev kar çikas diçe dimire. Em dıxwazin cîwan u keç werin di vî karî de bixebitin. Ev pîşe mezin bibe. Wexta em ji dikana kinca meze dikin ji mere direj tê. Kin an jî fireh tê. Li vir pirsgirekî wiha tinne. Em dikarin li goraya xwe çi bixwazim ji xwe re bidrûm.”

Salên bere gel li ber terzîya diketin rêzê ku ji bo rojên taybet qatên cila, fistana ji xwe re bidin dirûtin. Lê bele xeyat dibejin ev pîşe roj bi roj diqede.