Yekem berfa salê li bilindahiyên çiyayê Munzurê barî
Navenda Nûçeyan (K24) – Yekem berfa salê li bilindahiyên çiyayê Munzurê barî û gelek dever bi berfê sipî bûn.
Çiyayê Munzurê 3 hezar û 549 metir bilind e û dikeve sînorê parêzgehên Dêrsim û Erzincanê yên bakurê Kurdistanê û ji niha ve bi barîna yekem berfa salê spî bû.
Li gundên bilindahiya Munzurê ji niha ve dest bi danîna sobeyan û amadekariya zivistanê hatiye kirin.
Li gor keşnasiya Tirkiyeyê, barîna baranê li gelek deveran dê berdewam bibe û baran li deverên bilind dê cihê xwe bide berfbarînê.