Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwazekê ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwazê ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike ku, “bangeşeyeke aram û şaristanî” ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dest pê bikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 25.09.2024) seet 08:00 ê serê sibehê li dibistana Necîbexana Celî Zade ya Koyeyê, di merasîmekê de bi amadebûna Wezîrê Perwerdeyê Alan Heme Seîd, Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û berpirsên deverê zenga sala nû ya xwandinê (2024-2025) lê da û gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di gotara xwe de behsa destpêkirina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê kir, ku bi biryara Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê îro (Çarşem, 25.09.2024) bangeşeya hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê dest pê dike û heta roja 15.10.2024ê berdewam dibe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja destpêkê ya bangeşeya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê wekî rojeke dîrokî ji bo hemî xelkê Herêma Kurdistanê binav kir û daxwaz ji aliyên siyasî kir ku, “bangeşeyeke aram û şaristanî dest pê bikin û hemî alî wê yekê li ber çav webigirin, ku berjwendiya bilind a welatê me di ser hemî berjewendiyan re be.”

Hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li roja 20.10.2024ê bi serperiştiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê tên kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Divê serkeftina hilbijartinan û destnîşankirina nûneran ji bo wê yekê bin ku zêdetir xizmeta gel û welatê me bikin û hemî mafên xelkê me bi aneha Xudê bidest bixin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî ku zenga sala nû ya xwandinê lê da çû nav hejmareke polên xwendekarên dibistana Necîbexana Celî Zade, daxwaza serkeftinê ji xwendekaran re kir û ji wan re behsa dîroka hilbijartinên Perlemana Herêma Kurdistanê kir.

Mesrûr Barzanî ji xwendekaran re got, “Cenabê Serok Barzanî cara yekê li bajarê Koyeyê, li Îdareya Serbixwe ya Raperînê, biryara kirina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê da û got: Divê hilbijartin bên kirin, perleman bê damezrandin û sîstema desthilatdariyê bibe demokrasî.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hêvî jî xwast ku hemî xwendekarên Herêma Kurdistanê li ber sîbera vê desthilatdariyê, welat û kiyanî bi naheda Xudê bibin kesên gelek mezin, şareza û zîrek.