Heval Ebubekir: Vê carê amadebûna xelkî bo tevlîbûna di hilbijartinan de zêdetir e

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Silêmaniyê ji K24ê re radigehîne, “88% ya xelkê Silêmaniyê û 98% ya xelkê Helebceyê kartên xwe yên bayometrî wergirtine, ev jî nîşana wê yekê ye ku vê carê xelkî zêdetir amadebûn ji bo tevlîbûna di hilbijartinan de heye.”
Parêzgerê Silêmaniyê Heval Ebubekir duhî (Pêncşem, 26.09.2024) ji K24ê re ragehand, “Pêdivî ye tevaya qeware û hevpeymanî û aliyên siyasî û welatî û kandîd di piroseya hilbijartinan de alîkarên me bin, ji ber ku piroseyeke tevgir e û Kurdistanê vedigire, hejmareke zêde ya welatiyan tevlî wê dibin û dengê xwe didin.”
Heval Ebubekir herwesa got, “Li sinorê parêzgeha Silêmaniyê 88% ya xelkî û li sinorê Helebceyê jî 98% ya xelkî kartên xwe yên bayometrî wergirtine.” Amaje jî da, “Ev nîşana wê yekê ye ku vê carê xelkî zêdetir amadebûn ji bo tevlîbûna di hilbijartinan de heye.”
Biryar e piroseya hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li roja 20ê Cotmeha îsal bi serperiştiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê bi rê ve biçe.
Ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, du milyon û 899 hezar û 578 kesan mafê dengdanê heye, ku du milyon û 683 hezar û 618 ji wan dengderên giştî ne û 215 hezar û 960 ji wan jî dengderên taybet in.