Alîkariyên Serok Barzanî gehiştin nexweşên Dihokê

Navenda Nûçeyan (K24) - Peyamnêrê K24ê dibêje, “Alîkariyên Serok Barzanî bi rêya Berpirsê Liqa Yekê ya PDKê li Dihokê gehiştin wan nexweşan ên ku şiyanên darayî ji bo neştergeriyan nînin.”
Peyamnêrê K24ê li Dihokê îro (Yekşem, 29.09.2024) got, “Berpirsê Liqa Yekê ya PDKê li Dihokê Newzad Ebdila 750 milyon dînarên alîkariyên Serok Barzanî gehandin Birêveberiya Giştî ya Tendirustiya Dihokê, ji bo ku ji senterê nexweşan li Dihokê re bên gehandin, xasma ji bo wan nexweşên dixwazin neştergeriyan bikin.”
Peyamnêrê K24ê eşkere jî kir, “Tevî wan alîkariyên Serok Barzanî, 27 malîdeyên qebare mezin ji bo wan gundan hatine dabînkirin ên ku keftine sinorê qezayên Dihok û Sêmêlê.”