Dîwana duyê ya haykoyên Şemal Akreyî derket
Navenda Nûçeyan (K24) - Helbestvan Şemal Akreyî dîwana xwe ya duyê bi awayê hayko an jî haîko parve kir, ku awayekî helbestên Japonî ye û bi diyalekta Kurmancî hatiye nivîsîn.
Dîwana helbstvan Şemal Akreyî bi navê “Xwîsara Peyvan Geştên Bilez di nêv Siroştî û Naxê Mirovî da” di bergekê 118 rûpelî de belav bû, ku ji 300 haykoyan pêk tê. Akreyî dîwana xwe ya yekê li sala 2010ê her bi vî awayê hayko parve kiribû.
Helbestvanî di pêşgotineke hûr da bi dirêjî behsa vî awayê helbestan kiriye, ku dîroka wî ji bo sedsala 18ê ya Zayînî vedigere û Japonî xwediyên vî awayî ne û ji bo rizgarbûna ji edebiyat û ferhenga Çînê dahênaye.
Şemal Akreyî di vî berhemê xwe yê nû de tekista helbestkî ya 17 kîteyî bi kar aniye ku li ser 5-7-5 beytî parve kiriye, herwesa li dawiya pêşgotina xwe hêvîdar e ev berhemê wî yê nû bi dilê xwîneran be û tam û xweşiyê jê werbigirin.