Rûsya: Me pêşkeftin di warê enerjiyê de li Kurdistanê bidest aniye

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Encûmena Bazirganiya Rûsî – Iraqî aşkere kir, wan pêşketinek di warê enerjiyê de li Herêma Kurdistanê bidest aniye, Herwiha dê hemû kêşeyên li pêşiya karsazên Rûs û Kurdistanê çareser bikin.
Rêveberê Encûmena Bazirganiya Rûsî – Iraqî Maxim Malarchuk ji K24ê re ragihand, Rûsya veberhênaneke mezin di sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê de dike.
Malarchuk got jî: “Em hatine Herêma Kurdistanê da ku peywendiyên rasterast di navbera Herêma Kurdistanê û karsazên Rûsî de deynin.”
Amaje bi wê jî kir. “Divê ew astengiyên li pêşiya peywendiyên bazirganî yên di navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê de çareser bikin.”
Malarchuk da zanîn, 2 kompanyayên mezin ên Rûsî li Herêma Kurdistanê kar dikin, ew jî Rosneft û Gazprom in.
Herwiha got: “Me pêşketin di warê enerjiyê de li Herêma Kurdistanê bidest xistiye. Em li Herêma Kurdistanê ne ji bo kêşeyên ku di warê enerjiyê yên di navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê de derdikevin, çareser bikin.”