Aras Şêx Cengî: Mesrûr Barzanî ji niha ve Serokwezîrê kabîneya bê ya Hikûmeta Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Aras Şêx Cengî dibêje: “Xelkê Silêmaniyê ji desthilatdarên bajêr ne razî ne, eger xelk daxwaza guhertinê dike, divê beşdarî hilbijartinan bibin.”

Aras Şêx Cengî îro 30î Îlonê di konferanseke rojnamevanî de derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de got: “Mesrûr Barzanî ji niha ve Serokwezîrê kabîneya bê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”

Aras Şêx Cengî got: “Ez ne ji ew YNKê ya niha me. Qubad û wezîrên wî beşdarî civîna Encûmena Wezîran dibin û eger ne razî ne, diviyabû berî mehekê vegerîyabana mala xwe û ragihandibûya ku dest ji desthilatê berdaye, lê ev ne rast e.”

Got jî: “Ji YNK’ê ya niha tiştekî fam nakim, divê zanibin ku eger dixwazin tevlî hikûmetê bibin, divê bi hev re tevlî hikûmetê bibin. Diviyabû ew helmeteke nûjen û dirust birêve bibin û xelkê aciz nekin, ji ber ku xelkê Silêmaniyê ji desthilatdarên Silêmaniyê gelekî aciz in.”

Herwiha Aras Şêx Cengî bang li xelkê Silêmaniyê kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin, ji ber ku ew guhertinan dixwazin, lewma jî divê bi dengên xwe guhartinê bikin.

Fly Erbil Advertisment