Şewqa Diyarbekirê bûye yek ji wan pîşeyên ku ber bi jibîrkirinê ve diçe

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê şewqa 8 goşeyî ya taybetiya Diyarbekirê ye û bûye sembola bajêr, îro di bin xetereya tunebûnê de ye. Remzî Kager li navçeya Sûrê ya Dîyarbekirê, di 10 salî de dest bi çêkirina şewqê ya 8 goşe kiriye û her sibe bi eşq diçe dikana xwe.

Dîyarbekir bi dîrok û kevneşopîyen xwe xwedî cihe giring e. Şewqên 8 goşeyî jî yek ji wan kevneşopiyan e ku di demên berê de sembolên girîng ên kincên mêran bûn, îro jî kesên ku li gundan dijîn an jî wekî cil û bergên herêmî di çalakiyên çandî de têne bikaranîn. Dibêjin ku her goşekî şewqê wateyek wê heye; ev welatparêzî, mêrxasî, mêrdî, dilmezinî, ciwantî, nefsbiçûkî, diristî û mêvanperwerî ye.

Hosteyê şewqê Remzî Kager dibêje: “Ez 75 salî me. 65 sal in ez vî karî dikim. Zaroktiya min di vî karî de derbas bû. Berê hostayên şewqa zêde bûn, lê niha kes nema. Bi rastî deskarî nemaye. Ev pirsgirêka dabîn û daxwazê ye. Wek bere ez jî nikarim çekim. Şewqekî 200 lîre ye. Berê em 4 an 5 kes dixebitîn. Hemû sazîyên fermî û dibistan distendin. Îro kes nastîne. Ez bi sere xwe mame.”

Ji bo ku vê çandê zindî bihêle, her sibe bi hilhatina rojê dikana xwe vedike û çandiniya xwe didomîne ku vê şaristaniya ku ketiye dîrokê zindî bihêle.

Remzî Kager got jî: “Ji herêma Şirnexê, Sîlopî, Cîzirê û Colemergê tên distînin. Serê sibê hatina vir û êvarê çûyîna malê bûye şêwaza jiyana min. Heta mirinê ezê vî karî bikim. Ez nikarim pıştî 65 sala dev ji vî karî berdim.”