Sebah Numan: Em dê zeviyên petrolê ji êrîşên dronan diparêzin
Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê ragihand ku komîteyeke taybet dê serdana zevî û kompaniyên petrolê bike û her tiştê ji bo parastina wan pêdivî be, ji sîstemên dijedron û berevaniya asmanî, dê bê dabînkirin.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan îro (Duşem, 15ê Hezîrana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: “Komîteyek dê serdana Hewlêrê bike û dê nirxandinekê pêşkêşî aliyên peywendîdar bike.”
Sebah Numan diyar jî kir ku piştî razîbûna Serokwezîrê Îraqê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser raportê, li gorî rûpîvekê pêdivîtiyên meydanî dê bên diyarkirina. Amaje jî da ku serdana kompanî û zeviyên petrolê tê kirin û çi pêdivî be ji bo parastina wan dê bê dabînkirin, ji dijedronan û sîstema berevaniya asmanî û her pêdivîtiyeke din.
Navborî herwesa bal kişand ser wê yekê ku Wezareta Berevaniyê ya Îraqê planek ji bo nûkirina sîstema berevaniya asmanî ya Iraqê amade kiriye, daku bikarin rûbirûyî her êrîşeke navxwe û derve bibin, û ev sîstem dê li gorî giringî û pêdivîtiya deveran bên belavkirin.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê li ser hilweşandina komên çekdar û kontrolkirina çekan jî eşkere kir ku pêvajoya komkirina çekan di destê dewletê de û yekkirina hêzan ligel dezgehên fermî yên hikûmetê, li gorî wê karnameya ku Serokwezîr pêşkêşî Encûmena Nûneran kiriye, berdewam e.
Sebah Numan herwesa ragihand: "Heta niha sê komên çekdar (Seraya Selam, Esaîb Ehlilheq û Ketîbeyên Îmam Elî) çek û kelûpelên xwe yên serbazî dane destê hêzên ewlehiyê yên hikûmetê. Niha em li ser wergirtina çekên komên din kar dikin û em hêvîdar in ew hemî wê pêngavê biavêjin. Li gorî wan zanyarên di destê me de hene, tu komekê red nekiriye ku çekên xwe bide destê hikûmetê."
Ev daxuyaniya giring a Sebah Numan piştî civînên Serdarê Artêşa Îraqê li Hewlêrê ji bo parastina jêrxaneya enerjiyê tên. Radestkirina çekan ji aliyê komên naskirî yên wekî Esaîb û Seraya Selam nîşana guhertineke kûr e di nexşeya serbazî ya Îraqê de, ku ligel peymanên herêmî û navdewletî yên nû ji bo aramiya deverê hevdem e.