Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Misirê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30î Îlonê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Misirê li Herêma Kurdistanê Mihemed Hicazî kir ku bi boneya bidawîhatina erkê wî serdan kiribû.

Di hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya kar û xebatên Konsulê Misirê kir, ji bo pêşxistina peywendiyên dualî û hêviya serkeftinê di erkê wî yê paşerojê de jê re xwast.

Konsulsê Misirê pêzanînên xwe bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da, ji bo piştevaniya ku di heyama karkirinê wî jê re hatiye kirin û ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê bilind nirxand û daxwaza welatê xwe ya bihêzkirina pêwendiyên ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir.