Civata Nûnerên Îraqê deng li ser edilandina qanûna rewşa kesî dide
Navenda Nûçeyan (K24) - Îro Civata Nûnerên Îraqê dicive û deng li ser edilandina qanûna rewşa kesî dide.
Li dû Nivîsîngeha Ragehandinê ya Civata Nûnerên Îraqê, îro Civata Nûnerên Îraqê dicive û yek ji tewerên wê civînê dengdana li ser edilandina qanûna rewşa kesî ya sala 1959ê ye.
Berî dengdana li ser wê pirojeqanûnê, biryar e her yek ji Lijneya Qanûnî û Karûbarên Malbatan raportên xwe bixwînin.
Li dû bernameya karî ya wê civînê ku ji aliyê Nivîsîngeha Ragehandinê ya Civata Nûnerên Îraqê ve hatiye parvekirin, ew civîn seet 01:00 ê piştî nîvro dest pê dike.
Vê edilandinê zêdetirîn gengeşe li ser cadeya Îraqê peyda kirine, rêkxistinên civaka sivîl û heta şandiyên diplomasî jî ji ber derbazkirina wê nîgeran in û daxwazê dikin ku rê lê bê girtin, ji ber ku wê wekî destdirêjî li ser mafên jin û zarokan dibînin, herwesa wekî bizavekê ji bo sepandina mezhebekê diyarkirî li ser Îraqê wesf dikin.
Pêştir jî bi dehan xwenîşandan û komvebûn ji bo rêgirtina li derbazkirina vê edilandinê hatine kirin.