Mesrûr Barzanî: Em di vê hilbijartinê de serkeftina herî mezin bidest dixin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tekez kir, ewê di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de “serkeftina herî mezin” bidest bixin.

Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî îro 2ê Cotmehê di çarçoveya civîna li gel xwendekar, ciwan û jinên Hewlêrê de gotarek pêşkir û tê de got: “Bi dengên we, bi îzna Xwedê emê di vê hilbijartinê de serkeftina herî mezin bi destbixin.”

Mesrûr Barzanî got, hinek aliyên siyasî bi berdewamî hewl didin ku “ciwanên Herêma Kurdistanê bêhêvî bikin, PDK hatiye ku hêviyê li ciwanên hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê vegerîne.”

Cîgirê Serokê PDKê, hilbijartinên vê carê yên Parlamentoya Kurdistanê bi çarenivîsaz binav kir û daxwaz kir ku kampanya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi awayekî medenî û demokratîk birêve biçe.

Li gorî Mesrûr Barzanî, encamên hilbijartinan nîşan dide ku welatiyên Herêma Kurdistanê ligel kîjan partî û biryarê ne. Sedema ku PDK di hemû hilbijartinan de yekem bû, ew e ku PDK ev ezmûn afirandiye û PDK vê ezmûnê dibarêze.

Mesrûr Barzanî got: “Me nexwest ku xelk ji me bitirse, me nexwest bi çavsorkirinê xelk li dora xwe kom bikin; Em dixwazin xelk ji PDK’ê hez bike.”

Herwiha got: “Em ti carî şerxwaz nebûne û me hertim daxwaza aştiyê kiriye. Me xwast bi rêya aşitiyê û xebata hevbeş Kurdistanê ber bi pêş ve biçe.”

Cîgirê Serokê PDKê ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re got: “Ji bo kampanyaya hilbijartinê be yan jî ji bo armanceke din ku êrişî PDK’ê dikin, hinek xet hene ku divê derbas nebin, ji ber ku dê sibe vegerin cem me. Bila hinekî bihêlin, ji bo em lê biborin.”

Mesrûr Barzanî got: “Di hilbijartinan de dirûşmên PDK'ê gelekî zelal in. Em banga aramî, avedanî, pêkveyî û xweragiriyê dikin ku destkeftiyên PDK'ê yên berê nîşan dide. Di dirustkirina aştî û aramiya welat de, di dabînkirina ewlekariya welatê me de, PDK şanaziyê bi wê dike ku her tim parêzvanê vê xakê û vî welatî bûye. Em daxwaza avedaniyê dikin, ji ber ku PDK di kabîneyên li pey hev de, roleke mezin di avakirina welatê me de lîstiye. Hûn dibînin ku Kurdistan gihîştiye kîjan qonaxê, li Kurdistanê çi avedanî çêbûye. PDK di pêşerojê de jî di avedankirina Kurdistanê de berdewam dibe.”

Herwiha got: “Diruşma me behsa yekitiyê dike. Em dixwazin li gel hemû ol û netewên cuda li Kurdistanê bi hev re bin. Em serbilind in ku PDK her tim mafê hemû netewe û olan parastiye. Dema ku partiyên din şanaziyê bi wê yekê dikin ku mafên destûrî û rewa yên neteweyên din binpê kiriye, PDK şanaz e ku berevaniya van mafan kiriye û dê li ser parastina mafên hemûyan berdewam be.

Mesrûr Barzanî got: Gotineke min bo jinan heye, em dibêjin hûn nîvê civakê ne, bi rastî jî nîvê civakê ne, ne tenê ji bo erkê, ji bo maf jî, divê mafê her jinekê li welat were parastin. Di wê kabîneyê de gelek wezîrên me hebûn, di parlamentoyê de gelek parlamenterên jin ên jêhatî hene, di rêveberiya PDK'ê de jî gelek pêşengên jin ên jêhatî hene. Em ê di vî welatî de rê li ber jinan vekin ku roleke bi bandor bilîzin û bi mêran re wek welatiyeke yeksan bijîn.

Got jî: “Di bernameyên hikûmeta ku PDK'ê serkidatiya wê dike, bername me hebû ku çawa ciwanan bipêş bixin û derfetên kar ji bo ciwanan peyda bikin, tenê di vê kabîneyê de zêdetirî 200 hezar derfetên kar ji bo ciwanan hatin vekirin.

Cîgirê Serokê PDKê derbarê pêwendiya bi Bexdayê re got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi hikûmeta federal a Iraqê re, gavên gelekî baş avêtin. Di navbera me û Bexdayê de gelek pirsgirêk hene. Pirsgirêkên me ne tenê mûçe bûn, pirsgirêkên me yên axê hene, navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, pirsa Pêşmerge, pirsgirêkên destûrî, mafên destûrî yên gelê Kurdistanê hene. Ji bo ku bi hikûmeta federal re bigihin hevtêgihiştin û lihevkirinekê, me hewlên cidî dan. Me hewl da gelek şande bişînin Bexdayê. Em niha di qonaxên dawîn ên çareserkirina hemû pirsgirêkan de ne. Xwedê alîkariya be, pirsgirêkên ku mane em ê çareser bikin.”