Li Efrînê werzê çinîna zeytûnan dest pê kir
Efrîn (K24) – Li herêma Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê werzê çinîna zeytûnan dest pê kir, lê cotkar bi gazin in û dibêjin, barana îsal kêm bû û têçûn gelek bû, ji ber wê qezenca wan kêm e.
Cotkar Mihemed Elî ji K24ê re got: “Berhema zeytûnan îsal kêm e. germa hat û av jî tune ku em avdin. Niha me dest çinîna darên ku berên wê kêm in û darên ji cureya Xelo ne kiriye.”
Ji bilî berhemên kêm yên darên zeytûnan û têçûna zêde, cotkarên Efrînê neçar in berhemên xwe bi nirxekî kêm bifiroşin. Cotkar dibêjin, rewşa zehmet û qezenca kêm, dê di pêşerojê de rewşa çandiniyê li deverê biguhere.
Cotkar Qusey Hemo dibêje: “Em zeytûnên Xelo dibin Cindirêsê. Bazar ji me dûr e û em bi nirxekî erzan difiroşin. Semad nîne, 5 - 6 sal in semad gelekî biha ye. Ava bendavê jî nagihe cem me.
Herêma Efrînê di berhemanîna zeytûnan û zeyta wê de, li ser asta Sûriyeyê yekem e û % 90 ji zeviyên herêmê bi darên zeytûnan hatine çandin. Li gorî amaran beriya sala 2011an, hejmara darên zeytûnan li Efrînê dora 12 milyon dar derbas dikir.