Wezîreke Brîtanyayê karê Serokwezîr Mesrûr Barzanî bilind dinirxîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Av û Lehiyan ya Brîtanyayê got: “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser pirsa çêkirina bendavan û nehiştina lehiyan, karekî gelek balkêş dike.”

Wezîra Av û Lehiyan ya Brîtanyayê Emma Hardy ji K24ê re ragihand, karê Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi taybetî di warê çêkirina bendavan de gelek balkêş û girîng e. Ev kar dibin sedema komkirina avê, kêmkirina metirsiyên lehiyan û ziyanên guherîna keşûhewayê.

Hardy tekez jî kir, giring e peywendî û hevahengiya wan li gel Herêma Kurdistanê hebin û bi hev re kar ji bo rûbirûbûna wan kêşe û pirsgirêkên ku ji ber guherîna keşûhewayê derdikevin, bikin.

Wezîra Av û Lehiyan ya Brîtanya got: "Wek ku hûn dibînin li welatê me 24 demjimêran baran dibare, lê komkirina avê metirsiya lehiyê kêm kiriye û xelkê parastiye. Dilxweş im ku dibihîsim heman kar û proje li Herêma Kurdistanê jî tên cîbicîkirin.”