“Dronên nenas” komgeheke çekan li bajarê Ceblê wêran dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Komgeheke çekan a rêjîma Sûriyeyê li bajarê Ceblê yê li parêzgeha Laziqiyê ji aliyê êrîşeke bi dronan hatin wêrankirin.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, komgeheke çekan li bajarê Ceblê li nêzîkî mezintirîn baregeha asmanî ya Rûsyayê li Sûriyeyê hat bombebankirin û wêrankirin.
Rewangehê amaje bi wê kir, tê texmînkirin ew dron ên Îsraîlî bin, ji ber ku di dema êrîşê de, firokeyên şer li asmanê deverê firiyan.
Ajansa “Sputnik” got, îro danê sibê, berevaniya esmanî ya Sûriyê rûbirûbûyî êrîşeke li ser bajarê Cebelê bû, lê mûşeke li derdora bajêr ket û bû sedem ku agir bi cihê bûyerê ket û dengê teqînên bihêz jî hatin bihîstin.
Amaje bi wê jî kir, “Tîmên agirkujiyê û berevaniya sivîl bilez çûne cihê ketina mûşekê û karîn agirê ku bi komgehê ketiye vemirînin.”
Li gorî amarên Rewangehê, ji destpêka îsal ve Israîlê 94 caran navçeyên cuda yên Sûriyeyê kirine armanc û di encamê de 250 leşker û çekdar hatine kuştin û 177 leşker jî birîndar bûne. Herwiha 29 sivîl hatine kuştin û 45 sivîl jî birîndar bûne.