Bi biryara Mesrûr Barzanî mamostayên perwerdeya îslamî û olî dibin bi girêbest

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hemû mamostayên dibistanên olî yên xwebexş kirin bi girêbest.

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 3ê Cotmehê biryar da ku hemû mamostayên dibistanên olî bibin bi girêbest.

Ev mamoste, weke ku Wezareta Ewqafê dibêje, “demeke dirêj e di dibistanên olî de mamostetiyê dikin û xizmet ji perwerdehiya olî re kirine, ji ber xizmet û xebatên wan, karê wan dibe bi girêbest.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê pesend kir ku mehane 250 hezar dînar wek mûçeyê mamostayên olî yên xwebexş were dayîn.

Pêştir jî li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezîrê Darayî bi nivîseke fermî razemendî li ser xerckirina 250 hezar dînar mihane wek mînhe ji mamosteyên olî yên xwebexş re.

Li gorî wê nivîsê, 1500 mamosteyên olî yên xwebexş ji wê minheyê sûdmend dibin, li hember xezmetên wan di salên borî de.

Fly Erbil Advertisment