Elî Teter: Dihok li ser astê Îraqê pakijtirîn parêzgeh e
Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê radigehîne, “Hemî ew pirojeyên ji bo bajarî hatine bicihanîn wesa kiriye ku Dihok li ser astê Îraqê bibe pakijtirîn parêzgeh.”
Parêzgerê Dihokê Elî Teter îro (Pêncşem, 03.10.2024) ji K24ê re got, “Hejmareke pirojeyan bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Dihokê hatine bicihanîn, îro jî razîbûna xwe li ser çend pirojeyên din diyar kir ku ji bo tevaya qeza û nahyeyan bi dadperwerî tên bicihanîn.” Herwesa got, “Ew pirojeyên berê binyatî jê re tê danan mimkin e heta serê salê berdewam bin ji ber ku seranserî ne.”
Elî Teter amaje jî da, “Ji bo Amêdiyê bi 25 milyar dînaran piroje tên bicihanîn, herwesa Kornîşê Bendava Dihokê jî yek ji pirojeyên stratejîk e û kar li ser tê kirin, zêdebarî temamkirina pirojeya çiyayê Zawa.” Herwesa got, “Çi berbest ji bo bicihanîna pirojeyan nînin.”
Navbirî tekez jî kir, “Ji bo zivistana îsal çi metirsiyên çêbûna lehiyan nînin, ew xaniyên ku zêdegavî û milk bûn li ser pirojeya avrêjiya Dihokê ku bayê 100 milyaran in hatine qerebûkirin û rakirin, lê çend arêşeyên teknîkî û qanûnî hene ku kar ji bo çarekirina wan tê kirin. Tevî wê yekê jî, kar ji bo wê yekê hatiye kirin ku metirsiya lehiyan li bajarê Dihokê nemîne.”
Parêzgerê Dihokê ron jî kir, “Me erd ji bo zêdetir avedaniyê nemaye, hemî hatiye avakirin, wesa bûye ku em ji bo akincîbûnê li ser çêkirina tawerên bilind bifikirin, lê tevaya pirojeyan bi dîraset tên kirin.” Herwesa got, “Gelek cihên geştyarî li nav Dihokê hatine vekirin. Li paşerojeke nêzîk, berê binyatî ji bo du pirojeyên geştyarî jî tê danan.”
Elî Teter herwesa ragehand, “Li Sersinkê du piroje tên vekirin, yek ji wan melevangeheke olompî ye, zêdebarî sînemayeke mezin e ku em Festîvala sînemayê lê bi rê ve bibin. Herwesa em dê Koçka Melik Feysel ji bo geştyaran bikin cihekî geştyarî û mozexane.”
Navbirî amaje jî da, “Karên Kornîşê Geliyê Balinda li ser ûrbarê Şîn gelek baş bi rê ve diçin. Çend hotel jî li Sûlavê tên çêkirin. Ew deverên ku ev çend sal in arêşeya şerê navbera PKK û Tirkiyeyê jî lê heye, kêmtir piroje lê hatine bicihanîn, lê êdî piroje dê bigehin wan deran jî. Yek ji wan jî pirojeya rêya Balinda ye, ku bi zêdetirî 22 milyar dînaran tê bicihanîn û ji çêkirina cade û ronahî û pakijkirina gelî pêk tê.”
Parêzgerê Dihokê tekez jî kir, “Pêdivî ye Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryarê bide ku Dihok bibe paytextê geştyariyê, tevî wê jî divê bê zanîn ka gelo dikare bibe paytextê geştyariyê an na, lê Dihok guncayî ye ku wî nasnavî werbigire.”
Elî Teter herwesa ragehand, “Li dawiya îsal û destpêka sala bê berê binyatî ji bo çend pirojeyan tê danan ku dibin sedema rakêşana geştyaran.”
Navbirî eşkere jî kir, “Rê bi 11 kompaniyan hatiye dan ku di warê petrol û enerjiyê de kar bikin.” Herwesa got, “Dihok li ser astê Îraqê pakijtirîn parêzgeh e, Parka Aloka mimkin e nebe mezintirîn parka Îraqê lê dibe yek ji mezintirîn parkan.”