Li Kerkûkê teqînek çêbû: Birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Li taxa Mosalla ya Kerkûkê teqînek çêbû û di encamê de, çend kes  birîndar bûn.

Berdevkê Polîsa Kerkûkê Amir Şiwanî  ji K24ê re got: “Li taxa Mosallayî teqînek çêbû. Di encama teqînê de 4 kes birîndar bûne, rewşa yekî ji wan giran e.”

Amir Şiwanî got: “Lêkolîn li ser bûyerê hatiye destpêkirin û nayê zanîn ku ew êrîşeke terorîstî ye yan pirsgirêkeke din e.”