Nexweşiyên werzî li Diyarbekirê belav dibin

Diyarbekir (K24) – Demsala sermayê dest pêkir. Sermaya hevpar nexweşiyek viral e ku her sal bi mîlyonan mirov li çaraliyê cîhanê bandor dike û dibe sedema pirsgirêkên mezin yên tenduristiyê. Di dema corona yê de bi hezaran mirov jîyana xwe ji dest dan. Le hejî tirsa coronayê li ser mirovan heye dibe ez corona bume an ev nexweşîna sermaye ye.

Sermagirtin, dikare gelek nîşanan xuya bike, ji sermaya sivik bigire heya nîşanên girantir ên wekî taya bilind û westandina giran.Vîrûsa sermayê bi dilopan ve tê veguhestin. Kesê ku dikuxe û bipişkê gelek dilopên ku vîrus tê de hene belav dike. Nexweşî dema ku ev dilop digihîjin dev, poz an çavên me derbas dibe. Her wuha dibistan li ser belavbuna nexweşînê de rolek mezin dilîze. Bijîşk dibejin zarokê we ku nexweş ketin neşînin dibistanê.

Dr. Faraç Başak: “Di vê deme de nexweşên herî z.3ede ku te cem me serma girtinê.  Zarok wexta serma girtin, nexweş bun, 3 roja neşînin dibistanê, nav zarokên dine. He ya dikarin li agirê zaroka mikate bin. Xwarin û vexwarina wan, fêkîyê demsalê weka portaqala, seva û tiştên tirş bila bixwin.Nîşana sermaye wek coronayê ye, can giranîya wan, agirê wan, kuxuka wan, verş û emela wan wek covitê ye lê ne covîte.”

Bi zêdebûna nexweşîna sermayê re her ku hewa sartir dibe, xwarina rast, xurtkirina parastinê û bi rêzikên paqijiyê mirov xwe ji nexweşîna dikare biparêze.

Welatî Gulay Akgul: “Dibistan vekiriyê. Dibistana pakij nakin. Hamu zarok nexweş dibin. Dibistan gere bên pakijkirin. Zarokên me nexweş nebin.”

Welatî Abdullah Akin: “Ji ber sermayê gelek mirov dibejin me serma girtîye. Dibejin em nexweş dikevîn. Lê bele ez heya niha qet nexweş neketime. Di emra de ez ne serma girtime ne nexweş ketime nizanim.”

Welatî Ozlem Turan: “Em tiştên xwezayî dixwin, xwe wûsa diparêzin.”

Welatî Veysel Şener: “Ez vîtamîna dixwim, bi taybetî ez hay ji pakijiyê xwe dimînim, hay ji ji dest şuştinê dimînim. Ez li cîhê qelabaliq xwe diparêzim. Li goraya min ji bo nexweşîne xwarina sebze gelek gring e.