Qamişlo.. Ciwanên Şoreşger zarokeke din a 14 salî revand

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Ciwanên Şoreşger a ser bi Rêveberiya Xweser ve ji berî 5 rojan ve zarokeke 14 salî ji bajarê Qamişlo revand û malbata wê bi riya K24ê re banga aşkerekirina çarenivîsa wê dikin.

Şêrzad Iniz ji K24ê re ragihand, rêxistina Ciwanên Şoreşger xarziya wî Xezala Mihemed Mela Mehmûd ji berî 5 rojan ve revandiye û ew birine kampeke leşkeriya neçar.

Şêrzad amaje bi wê kir, Xezal dema ji xuleke xwendinê ya pola 9 vedigeriya malê ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin.

Diyar kir jî, Xelaz 25/1/2008 de ji dayik bûye, bavê wê jî li jiyanê nemaye. Heta niha ti agahî li ser wê nînin.

Şêrzad bi riya K24ê re bang rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar kir ku fişarê li Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bikin ta ku çarenivîsa kurê wî diyar bikin.

 

Xezala Mihemed Silêman
Xezala Mihemed Silêman