Nêçîrvan Barzanî: Heta jin azad nebe civakeke azad û pêşketî ava nabe

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi boneya roja rûbirûbûn û nehiştina tundûtûjiya li dijî jinan, peyamek belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi boneya roja rûbirûbûn û nehiştina tundûtûjiya li dijî jinan, peyamek belav kir.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Îro, 25ê Mijdarê, di roja navnetewî ya rûbirûbûna tundiya li dijî jinan de, em hemû piştgiriya xwe ji bo xebat, azadî, maf jinan û wekheviyê dubare dikin. Weke her car, em dê li ser kar û tekoşîna xwe ya ji bo bidestveanîna zêdetir û parastina mafên jinan û avakirina civakek ku tê de jin azad û wekhev be û bi tu sedemekê gefên tundûtûjiyê û kuştinê li ser nebin berdewam dibîn. Heta jin azad nebe, civakeke sivîl, azad, wekhev, aram û medenî û pêşketî ava nabe.

Di vê helkeftê de, em careke din tekîd dikin ku em dê bi her awayî rûbirûyê hemû awayên tundûtûjî, destdirêjî û binpêkirina maf û azadiya jinê bibin û ji bona nehêlana fikra tundûtûjiyê û berhevkirin aqarek baştir ku jin di warê siyasî û îdarî da li Herêma Kurdistanê çalaktir bibe, berdewam dibin.

Digel aliyên peywendîdar yê navxwe û li ser asta navneteweyî jî em dê hevahengî û hevkariyê bikin da ku jin di hemû waran de di malbatê de, li cihê kar û di hemû qadên giştî de parastî bin û ji destdirêjî û tundiyê dûr bin.

Silav û rêz ji wan hemû jin û alî û rêxistinan yên ku ji bo bidestxistina azadî, aştî û mafên xwe her roj têdikoşin. Silav ji bo giyanê paqijê qurbaniyên tundiya li dijî jinan û ji bo wan hemû xaniman yên ku ji bo azadî, wekhevî û aştiyê xebat û berxwe daye dihinêrîn. Li ku derê cîhanê bin, em wan bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

25.11.2022