150 navendên navneteweyî û 70 navendên navxweyî tevlî Pêşangeha Pirtûkan a Silêmaniyê bûne

Pêşangeha Pirtûkan a Silêmaniyê
Pêşangeha Pirtûkan a Silêmaniyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî li Silêmaniyê hatiye vekirin, her roj ji saet 10:00 ê sibehê heta 6:00 ê êvarê dê vekirî be û dê 10 rojan berdewam be.

Peyamnêra Kurdistan24ê li Silêmaniyê Hawjîn Cemal îro (În, 3ê Cotmeha 2025ê) got, “Gera Heftê ya Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî li Silêmaniyê hatiye vekirin û dê 10 rojan berdewam be, her roj ji saet 10:00 ê sibehê heta 6:00 ê êvarê dê vekirî be.

Peyamnêra Kurdistan24ê amaje jî da ku, 150 navendên navneteweyî û 70 navendên navxweyî tevlî wê bûne û wekî salên berê her roj dê gelek çalakî û panel li ser girîngiya xwendinê bên lidarxistin, herwesa ji bo piraniya pirtûkan jî daşkandin hatiye kirin.

Vekirina Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî li Silêmaniyê bi destpêkirina kampanyaya hilbijartinan li Iraq û Herêma Kurdistanê re hevdem e.

 
Fly Erbil Advertisment