Şaxewan Ebdila: Em sozekê nadin ku em bicîh neyînin

Navenda Nûçeyan (K24) - Namzedekê PDKê ji bo gera şeşê ya hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê bang li şêniyên Kerkukê dike ku, dengê xwe bidin lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK). Tekez jî kir ku, PDKê bi kiryar selimandiye ku ew ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê dixebite.
Namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şaxewan Ebdila serê sibeha îro (În, 3ê Cotmeha 2025ê) ji bo hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê di konferanseke rojnamevanî de bang li hemî Kerkukiyên wî bajarî û bajar û bajarkên Herêma Kurdistanê kir ku, di roja hilbijartinan de vegerin bajarê xwe û her bi awayê pêvajoya serhejmêriyê tevlî hilbijartinan jî bibin.
Şaxewan Ebdila amaje jî da, “Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di gera pêncê ya Encûmena Nûnerên Iraqê de israr kir ku divê erdên dagirkirî yên li Kerkukê ji xwediyên wan ên resen re bên vegerandin û piştî gelek gelek bizavan di civînên parlementoyê de ew projeqanûn hat pejirandin.”
Navbirî herwesa got, “Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo Kerkukê û hemî parêzgehên din bi dehan destkeftî bi dest xistine, bi taybetî jî parêzgehkirina Helebçeyê.”
Namzedê PDKê tekez jî kir, “Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yekane hêza siyasî ye ku bikare rewşa Kerkukê asayî bike û mafên destûrî yên welatiyan biparêze.”
Şaxewan Ebdila amaje jî da, “Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wekî yekane partiya siyasî bi kiryar selimandiye ku, ew ji bo asayîkirina rewşa bajarê Kerkukê dixebite.” Herwesa got ku, ew dê wekî her car sozên xwe bicîh bînin û sozekê nadin ku nekarin bicîh bînin.
Bangeşeya hilbijartinên Encûmena Nûnerên Îraqê îro (În, 3ê Cotmeha 2025ê) bi awayekî fermî hat destpêkirin. Partiyên siyasî û namzed dikarin bi eşkereyî di çarçoveya rênimayên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan de li tevaya bajar, bajark û deverên Iraq û Herêma Kurdistanê Bangeşeyê ji bo lîst û hejmarên xwe bikin.
Li hemî Iraqê tevî Herêma Kurdistanê jî, 21 milyon û 404 hezar û 291 welatiyan mafê dengdanê heye, ku 20 milyon û 63 hezar û 773 kes dê tevlî hilbijartinên giştî bibin û 1 milyon û 313 hezar û 980 welatî jî dê tevlî hilbijartinên taybetî bibin.
38 partiyên siyasî, 31 hevpeymanî û 75 lîstên kitekesî tevlî van hilbijartinan dibin, 7 hezar û 768 kes jî ji her du zayendan, 5 hezar û 520 mêr û 2 hezar û 248 jin jî dibin namzed.
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xelay pêr (1ê Cotmeha 2025ê) ji malpera K24ê re ragihand, “Encûmena Komîsyaran lîsta xwe ya dawiyê ya navên namzedan ji bo hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê pejirand.”
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê herwesa got ku, Bangeşeya hilbijartinan dê li roja Înê (3ê Cotmeha 2025ê) saet 12ê şevê bê destpêkirin û dê li sibeha roja 8ê Mijdara 2025ê bidawî bibe.