Joe Wilson: Pêşketina Herêma Kurdistanê ji bo me girîng e

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekê Kongresê Amerîkayê ragihand, “Pêşketin û azadiya Herêma Kurdistanê ji bo me girîng û hejî pûtedanê ye.”

Endamê Kongresê Amerîkayê Joe Wilson ji Kurdistan24ê re got, "Xelkê Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkayê xelkekê îlhambexş e. Her çend gelek pirsgirêk û zehmetî li deverê hene jî, lê pêşketin û azadiya Herêma Kurdistanê ji bo me girîng û hejî pûtedanê ye."

Joe Wilson herwesa got, "Girîng e ku Herêma Kurdistanê tenahî û serweriya xwe bidomîne. Heta ji bo tenahiya Iraqê jî, Herêma Kurdistanê pir girîng e."

Endamê Kongresê Amerîkayê yê navbirî amaje jî da, "Em şiyanên Herêma Kurdistanê û yekparçeyiya wê teqdîr dikin."

Pêştir Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li roja 30ê Îlona 2025ê bi hêzên Amerîkayê û hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî re li ser pêngavên yekkirina hêzên Pêşmergeyan nîqaş kirin.

Herdu aliyan di wê civînê de li ser zêdetir hevahengî û girîngîdana bi têkiliyên di navbera Wezareta Pêşmerge û hêzên Amerîkayê û hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî de li Herêma Kurdistanê li hev kir.

 
Fly Erbil Advertisment