Îsal 4 weşanxaneyên Kurdî beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Stenbolê bûn

39emîn Fûara Pirtûkan a Navdewletî ya Stenbolê ku mezintirîn fûara kitêban a li vî welatî ye bi beşdariya nêzî hezar weşanxaneyên ji welatên cuda dest pê kir.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – 39emîn Fûara Pirtûkan a Navdewletî ya Stenbolê ku mezintirîn fûara kitêban a li vî welatî ye bi beşdariya nêzî hezar weşanxaneyên ji welatên cuda dest pê kir. Li gor salên berê hejmara weşanxaneyên Kurdî îsal di fûarê de kêmtir bû. Nivîskarên Kurd ên beşdarî fûarê bûn, banga xwendin û nivîsandina Kurdî dikin.

Fûara Pirtûkan a Navdewletî ya Stenbolê ku yek ji mezintirîn fûarên kitêban a li cîhanê tê zanîn û ev du sal in ji ber metirsiya koronayê nedihat lidarxistin, îsal bi eleqe û beşdariyeke mezin dest pê kir.

Ji Tirkiye û ji welatên cuda nêzîkî hezar weşanxane beşdarî fûarê bûn. Di nav weşanxaneyên beşdarî fûara îsal bûne tenê 4 weşanxaneyên Kurdî cih girtin. Weşangerên Kurd, amaje dikin ji ber lêçûnên zêde yên darayî û krîza aborî gelek weşanxaneyên Kurdî nikarin beşdarî fûarê bibin.

Weşanger Azîz Tekîn ji K24ê re ragihand: “Li gor salên berê hejmara weşanxaneyên Kurdî îsal di fûarê de kêm bûye. Sedema vê jî kêşeyên aboriyê ye. Fûar ji bo me derfeteke baş e ku em bikaribin xwendevanan nas bikin, çi daxwaz û hêviyên wan hebe em ji wan hîn dibin.”

Di fûarê de ku îsal bi dirûşmeya “Pirtûk vedigere bajêr” tê sazkirin, li ser çand, dîrok, civakî yên Kurdan û derbarê kesayetên girîng ên Kurd de gelek berhem wek çîrok û roman cîh digirin.

Nivîskar Daxistan Karakoç ji K24ê re diyar kir: “Xwendin, xwe nasîn e. Zarokek bi çanda xwe, bi orf û adeta civakê xwe mezin bibin her dem dê serkeftî bibin.”

Lêkolîner Nezîr Ocek jî destnîşan kir: “Berê ji ber qedexeyên li ser Kurdî bi vî zimanî nedihiştin kar û xebat bên kirin û Kurd bi zimanê xwe bixwînin. Lê di van salên dawîn de Kurd êdî hînî dîroka xwe dibin û kesayetên wendabûyî yan jî jibîrkirî hêdî hêdî nas dikin.”

Berhemên siyasetmedarên Kurd ên wek Selahattîn Demîrtaş ku li Tirkiyeyê di girtîgehê de ne ji hêla nivîskaran ve bo xwendevanan hatin îmzekirin. Ji bo îmzekirina van berheman jî hejmareke zêde welatî li pey hev rêz bûn.

Welatiyê bi navê Firat Burun diyar kir: “Min hemû pirtûkên Demîrtaşî xwendibûn, ji bo piştgirî ez hatim pirtûkên wî bi nivîskaran bidim îmzekirin. Zimanê nivîsê zimanekî sade ye û her mirov bi hêsanî jê fehm dike.”

Îsa Uçar jî dibêje: “Miletê Kurd divê wekî her miletê din li çand û zimanê xwe xwedî derkevin. Eger em xwedî dernekevin em nikarin bixwînin jî, divê hebin, em bistînin û em bikaribin zêde bibin.”

Fûara ku ev 39. caran e tê sazkirin heta 11ê vê mehê dê bidome û heta wê maweyê 320 çalakiyên kultirî dê pêk were, ji zêdeyî 2 hezar nivîskarên ji welatên cuda jî kitêban dê îmze bikin û li gel xwendevanan gotûbêjên edebî dê bikin.