Mûnzûr Çem li gundê xwe hat veşartin

Lêkolîner, nivîskar û siyasetmedarê Kurd Mûnzûr Çem ango Huseyîn Beysulen ku di 11ê Berfanbarê de, li Almanyayê koça dawî kiribû, di 16’ê Berfanbarê de jî bi merasîmeke girseyî li gundê ku lê jidayîkbûbû, gundê Sêtêrê ya ser bi Çewlikê ve hat bixakspartin.

Çewlik (K24) - Lêkolîner, nivîskar û siyasetmedarê Kurd Mûnzûr Çem ango Huseyîn Beysulen ku di 11ê Berfanbarê de, li Almanyayê koça dawî kiribû, di 16’ê Berfanbarê de jî bi merasîmeke girseyî li gundê ku lê jidayîkbûbû, gundê Sêtêrê ya ser bi Çewlikê ve hat bixakspartin.

Li gundê Sêtêrê yê ser bi Çewlika Bakurê Kurdistanê, bi beşdariya siyasetmedar, nivîskar, nûnerên saziyên sivîl, malbatê, cenazeyê siyasetmedar û nivîskarê navdar ê Kurd Mûnzûr Çem hat veşartin.

Hevrê û hevalên wî yên ku beşdarî merasîmê bûbûn, bal kişandin ku di serdemên ku dewletê hebûna Kurdan înkar dikir de, Mûnzûr Çem û yên wek wî, girîngî dane zimanê Kurdî û pêşengî kirin ku hişyariya neteweyî jî peyda bibe.

Lêkolîner, nivîskar Malmîsanij ku endamê Koma Vateya xebatên Kirdkî ye, ji K24ê re ragihand: “42 sal e ku Mûnzûr Çem nas dikim û me bi hev re xebat meşandiye. Hêj gelek xebatên wî yên li ser ziman, adet û tore û zagonên Kurdan hebûn, xebatên li ser tarîxa Kurdan, terteleya Dersîmê û gelek jî xebatên mezin û baş kiribû. Xususiyeteke muhîm jî ew e ku Kek Mûnzûrî ji sala 1970’an ketiye nav xebatên wiha û heta dawî berdewam kir.”

Birayê Mûnzûr Çem jî da zanîn ku Mûnzûr Çem ne ji bo şexsê xwe lê ji bo gel û welatê xwe xebat kiriye û ew jî bi bijarde û berhemdariya wî serbilind û serfiraz in.

Birayê Mûnzûr Çem, Hasan Beysulen ji K24ê re diyar kir: “Birayê min ji bo xwe tiştekî nedixwest her daîm ji bo gel û welatê xwe û Dêrsîmê  daxwaz û xebatan dikir. Ez çend roj e ku di medya civakî de, hezkirin û piştgiriyên ji bo wî dibinim jî kêfxweş dibim. Min ew baldariya bo ku li ser medya civakî çêbûye, di kesî de nedîtibû. Weka ku serokwezîr, serokkomarê welatekî rehmet kiribe. Yanî heta bibêjî em pê serbilind in û dibêjim ku baş e birayê min e.”

Mûnzûr Çem bi helwesta xwe ya xwedîlêderketina zimanê Kurdî dihat nasîn û demek dirêj jî di nav Partiya Sosyalîst a Kurdistan de bi xebatên xwe yên rewşenbîrî cih girt. Mûnzûr Çem, di Koma Vate ku xebatên li ser zaravayê Kirmanckî – Zazakî kar dikir de, kar xebatên pêşengî de jî cih girtiye.

Kedkarê zimanê Kurdî Huseyîn Beysulen ku bi navê xwe yê Mûnzûr Çem tê nasîn, di 11’ê mehê de koça dawî kiribû,  ji aliyê dost, heval, û malbata xwe ve ji bo axê hat sipartin. Beşdarên merasîmê ragihandin ku dê wî jibîr nekin û her tim bi minetdarî bibîr bînin.