9 koçberên Kurd li peravên Lîbyayê xeniqîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama binavbûna belemeke koçberan li peravên Lîbyayê, 25 koçberên Sûrî ku 9 ji wan ji Kobanê û Efrînê ne canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyan, roja Îna borî belemeke koçberan ji peravên Lîbyayê ber bi Îtalyayê ve bi rê ket, lê keştî ji ber sedemeke nediyar di deryayê de bin av bû.

Di encama binavbûna wê belemê de 25 koçberan canê xwe ji dest dan ku 6 kes ji wan ji malbateke Kobanê û 3 kes jî jî malbateke Efrînê ne.

Malbata Kobanî, Hecî Weys Ehmed, birayê wî Mehmûd Weys Ehmed, hevjîna Mehmûd û 3 zarokên wî ne.

Malbata Efrînî jî, Aîda Hemîd Axa bi 2 keçên wê Aya û Dîana Mihemed in.

Tevî rêyên metirsiyan, Sûriyên ku dixwazin xwe bigihin welatên Ewropayên û mafê penaberiyê werbigirin, serî li riyên cuda yên qaçaxç didin, ji wan jî rêya Cezayîr û Lîbyayê ye ku di deryayê re hewl didin xwe bigihînin peravên Ewropayê.

Di 5ê Cotmeha 2022an de jî, 34 koçberên ku piraniya wan sûrî û Kurd bûn, keştiya wan di deryaya Sipî de li peravên Cezayîrê bi nav bûbû û canê xwe ji dest dan.

 

Fly Erbil Advertisment